Erdal: Ji bo jiyana jinan dengê xwe bidin Çepên Kesk

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Asya Erdal bang li her kesê kir ku ji bo jiyana azad û kedê ya jinan dengê xwe bidin Çepên Kesk.

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Asya Erdal ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Em partiya ku xwedî rêjeya herî bilind a jinan e. Di heman demê me herî zêde jin xistine Meclîsê. Em armanc dikin vê rêjeyê hîn bilindtir bikin û jin mêran derbas bikin. Bi sîstema hevserokatiyê ji bo jin bi rengekî wekhev nûneriya jinan bê kirin, em bi biryar têdikoşin.”

Erdal diyar kir ku jin divê dengê xwe bidin wan û ev tişt anî ziman: “Yekane tifaqa ku qala beyannameya têkildarî Peymana Stenbolê kirî, Tifaqa Ked û Azadiyê bû. Me di beyannameyên xwe de gotibû ku em qet dev jê bernadin. Di heman demê de me beyan kir ku ji bo qanûna 6284’an bi awayek bandor bê pêkanîn, em ê têbikoşin. Em têdikoşin ku jin neyên çewisandin. Ez bang li jinan hemûyan dikim ku piştgiriyê bidin Çepên Kesk.”